Li Iraqê krîza avê kûr dibe: Îranê av qût kir

Îranê ava li ser Îraqê qût kir. Li Iraqê li hinek bajaran bi kêmbûna avê re pirsgirêk zêdetir bûn.

Rejîma Îranê ya ku pirsgirêka avê li welatê wan heye, ji roja Sêşemê û vir ve avên ber bi Iraqê ve diherikin bi biryarekê rawestandin. Di rawestandina avê re di serî de li bajarê Besra yê Iraqê û gelek bajaran pirsgirêka avê derket û nîşana vê jî bi qirêjiya derdor re derket pêş çavan.

Alîkarê Wezîrê Çandiniyê yê Îranê Elî Mûradî ekber, diyar kir ku ava li ser fermana Alî Xameyî hatî qûtkirin wê li Îrqanê di 3 projeyên cuda de bikar bîne. Ava ku bê bidestxistin wê ji 550 metre kup di projeya Huzîstan, 220 metre kup hem ji bo projeya Huzîstan û hem jî ji bo Îlanê bê bikaraîn.

Ekber anî ziman ku sedemê qutkirina avê ji bo pêşketina çandiniya li welat û madeyên xwarinê hatiye girtin.

Malpera bi navê Esîr ragihand ku Elî Mûrad Ekber ji bo ji nû ve pêşketina çandiniya li welat buceyeke 8 milyar dolar ji bo Wezareta Enerjî û Çandiniyê hatiye veqetandin.

LI BESRAYÊ 90 HEZAR KES BI JEHRÊ KETINE

Li Besra ya dikeve bakurê Welat ji meha Tebaxê ve pirsgirêka ava paqij lê heye. Li gorî Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê, ava ku rêveber belav dikin jî tevlî ava qirêj dibe. Herî kêm 90 hezar kes ji ber ava qirêj bi jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.

Sefîrê Mezin ê NY’yê ku demek berî niha serdana Besra kiribû, ji ber avê bi jehrê ketibû û neçar mabû civîna xwe taloq bike.

Ji meha Îlonê ve li Besra ji ber nelirêtî û xizmetên xirab ên rêveberan xwepêşandanên mezin hatin kirin û di van xwepêşandanan de bi kêmanî 12 kes miribûn. Di van çalakiyan de Sefaretxaneya Îranê ya cîran, walîtî û navendên girêdayî komên mîlîs hatibûn şewitandin.