Li Iraqê hêrsa çalakgeran nadeyne

Li Iraqê protesto didomin. Gelek mirî û birîndar hene.

Li paytexta Iraqê Bexdayê çalakiyên ku serê Cotmehê dest pê kiribûn û bi sedan kes miribûn û birîndar bûbûn duh sibehê dîsa li Bexdayê dest pê kirin. Çalakî di demeke nêz de li bajarê Necef, Kerbala, Mussena, Mîsan, Nasiriye, Zîkakrê belav bûn. Li deverên ku çalakî lê hebûn polîsan li dijî çalakgeran çek bi kar anîn.

Li gorî Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê di serî de li Bexdayê, li navçeyên din 30 kes hatin kuştin, ji 2 hezar kesî zêdetir kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin Bexda, Mîsan, Zîkar, Bsra û Musenîna jî di nav de li gelek bajaran çalakiyên tund hene, dema ku hêzên dewletê êrîş birine ser xwepêşandaaran mirov mirine.