Li Idlibê şer giran dibe

Li Idlibê ku Rûsya û Tirkiyê di nav xwe de jê re ''herêma ewle'' dibêjin û li Hemayê şer giran dibe. Balafirên Rûs gelek deveran bombe dikin û hêzên rejîmê jî herêmê didin ber topan.

Hema, Idlib, Heleb û Lazkiye ku weke 'herêmên bê şer û pevçûn' hatine ragihandin rageşî zêde dibe. Ji 20'ê Nîsanê û wir ve ji 130 kesî zêdetir mirov mirine.

Li gorî Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ê Rûsya Çarşemê dîsa Idlin bombe kirin.

Balafirên Rûs qada Keleha Medik a Deşta Gavê kirin hedef, rejîma Şamê jî top avêtin derdora Meerşorînê yê li bakurê Meret El Nûman 3u gundê Mişêrfê ya Cisir El Şugur.

Her wiha bi helîkoptêran êrîş çû ser gundên li Bakurê Hema û bajarojê Kefernîbodeyê.

Şeva Sêşemê jî êrîşên hewayî biribûn ser herêma Sîfohîn, Meeret Herme û Hîbetê yên Idlibê.

Herêma Idlibê di kontrola çeteyên HTŞ'ê (bi navê berê El Nûsra) de ye ku, HTŞ bi desteka Enqerê ye.

Tirkiye bi çarçoweya peymana li gel Rûsya li 12 herêman dewriye digerîne, HTŞ'ê qada şer berfireh kir, baregeha Hîmeîmîm û Lazkiyeyê ya Rûs bombe kir.