Li Idlibê, li baregeha leşkerî ya Tirk hate xistin

Li bakurê Idlibê, li baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker hate xistin.

Li gorî agahiyan, li bakurê Idlibê li baregeha Batûbayê hate xistin. Di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di hesabên komên çete yên dewleta Tirk de hate îdîakirin ku leşkerek birîndar bûye.

Rêxistina bi navê Ensar Ebû Bekir El Sidiq berpirsyariya çalakiyê da ser milê xwe.

Balkêş e ku demên dawî êrişên li Idlibê tên kirin, rêxistinên ku beriya niha navê wan qet nehatibû bihîstin berpirsyariya wan didin ser milê xwe.