Li Hûdeydeyê şer giran dibe

Hêzên hikumeta ku Koalîsyona Ereban piştgiriya wê dike diyar kirin ku li Yemenê wan balefirgeha li Hûdeydeyê bi dest xistine.

Operasyona li dijî Hûsiyan a li Hûdeydeyê du roj berê hate destpêkirin. Hêzên ku Siûdî Erebistan alîkariya wan dike, di 16’ê Hezîranê de diyar kirin ku wan balefirgeh bi dest xistine.

Roja Înê balefirên koalîsyona Ereban peravên başûrê rojhilat ê bajar bombe kirin.

Hate ragihandin ku di şerê li taxa Manzarê de 23 sivîl birîndar bûn û 12 leşkerên alîgirên hikumetê jî ji aliyê Hûsiyan ve hatin kuştin.

Ji 13’ê Hezîranê ya ku operasyan dest pê kiriye li gorî medyaya welatên rojava 118 şervanên Hûsiyan û 21 leşkerên hikumetê mirinê.

Konseya Ewlehiya NY’yê daxwaz kir ku ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî perav vekirî be. Perava Hûdeyde di aliyê gihiştina alikariyên mirovî yên ji bo welat de xwedî cihekî girîng e.

Li Hûdeyde û derdora wê zêdetirî 600 hezar mirov dijîn. Li gorî NY 22 mîlyon Yemenî pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye û ji van 8.4 mîlyon kes gefa birsîbûnê li ser wan heye.

Li Yemenê ji Tebaxa 2014’an ve şer heye. Paytext Sana û herêmeke berfireh a welêt di dest Hûsiyan de ye. Adara 2015’an piştî ku Koalîsyona Ereban li dijî Hûsiyan şer kir, şer girantir bû. Aliyekî şer Hûsî û paşmêrên wan Îran e û li aliyê dî jî hêzên Serokkomarê Yemenê Abd Rabbû Mansû Hadî ku ji hêla civaka navnetewî ve têne naskirin û Koalîsyona bi pêşengiya Siûd e. Di encama vî şerî de krîza herî giran a mirovahiyê tê jiyîn. Piraniya nifûsa welêt birçî ye û hejar e. Nexweşiya kolerayê heta niha bûye sedema mirina bi hezaran kesî. Li gel vê jî bi êrîşên hewayî û çekên qedexe, sûcên giran ên şer têne kirin. Li gorî NY’yê 10 hezar kes mirine û 53 hezar kes jî birîndar bûne.