Li Hindistanê şer: 8 kes mirin

Di êrîşa li eyaleta Kaşmîr a Hindistanê de, 3 jê êrîşkar bi giştî 8 kes mirin.

Piştî êrîşa bi bombeyên dest û çekên otomatîk şer derket. Piştî êrîşa li dijî kampa dikeve dawiya bajarê Srînagar a navenda herêmê, şerê dijwar rû da. Li herêma ku bi hezaran leşker lê hene, piştre polîs û hêzên takwiyeyê hatin şandin.

Midûrê Emniyeta Polîsan Munîr Ahmed Han daxuyanî da û wiha got; “Di şer de 4 leşkerên me hatin kuştin. Ji êrîşkaran 3 kes hatin kuştin. Cenazeyê kesekî jî li herêma şer e û pêwîst e were stendin.”