Li Hindistanê protestoya bi cesedan

Li bajarê Vîsakhapatnam ê Hindistanê, felaketa ku ji ber gaza ji ber şîrketa LG Polymers çû rû da, bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li bajarê Vîsakhapatnam ê Hindistanê ku bajarekî bendergeh û pîşesaziyê ye, çend roj berê ji ber ku gaz ji febrîqeyeke şîrketa LG Polymers a şîrketa LG Chemîcal a Koreya Başûr belav bû, felaketekê rû da û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajêr doh çalakiyek hate lidarxistin û bûyer hate şermezarkirin. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn û hin kesan cesedên xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dan hildan.

Gaza ku roja Pêncşemê belav bû bandor li hezaran kesî kiribû û mirovên li derve demeke dirêj ji ser hişê xwe çûbûn.

Rayedarên Hindû doh hatin bajêr û lêkolîn kirin. Dema ku rayedar li bajêr bûn komek ji 300 kesî li pêşberî hêzên ewlekariyê û polîsan çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.

Çalakgeran piştre cesedên 3 kesan ên ji morga bajêr wergirtin hildan ser milan.

Di çalakiyê de ji bo qurbaniyan daxwaza edaletê hate kirin û çalakgerna xwestin ku febrîqe bê girtin.

Kesekî qala wê dema ku gaz ji ber febrîqeyê çû kir: "Min dît ku mirovan zarokên xwe dan pişta xwe û av wergirtin. Ji ber gazê nikarîbûn tevbigeriyan, ji min hebû ku mirine."

Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 3 zarok hene. Bi dehan zarok jî rakirin nexweşxaneyê.

Piştî belavbûna gazê qada felaketê hate berfirehkirin û bi sedan mirov ji herêmê hatin veguhastin.

Şefê polîsan ê Eyaleta Andhra Pradesh Gaûtam Sawang diyar kir ku rewş hatiye kontrolkirin. Rayedaran jî dest bi lêpirsînê kirin. Rayedarên edaletê yên hawirdorê yên Hindistanê jî şîrket bi dayina 6.2 milyon dolar tazmînatê ceza kirin.