Li Hindistanê nexweşiyên mûsonê û metirsiya Covîd-19

Tê gotin, nexweşiyên ku li Hindistanê bi demsala mûsonê dest pê dikin, ji ber metirsiya Covîd-19 wê rê li ber bîlançoyeke girantir veke.

Mîna li gelek welatên başûrê Asyayê, li Hindistanê jî ji ber baran mûson a navbera mehên Hezîran û Îlonê, rewşeke bi fikar heye. Sedema vê fikarê jî nexweşiyên deng an jî ta ye ku her sal bi hezaran kes ji ber wan nexweşiyan jiyana xwe ji dest didin. Şewba Covîd-19 jî vê metirsiyê zêde dike.

Li welêt her sal bi hezaran kes di encama felaketên ji ber baranê jiyana xwe ji dest didin. Bi hezaran kes jî ji ber nexweşiyên di dema mûsonê de jiyana xwe ji dest didin. Fikar hene ku nexweşxaneyên li welêt têra nexweşan nekin. Ev fikar bi Covîd-19 re zêdetir bûn ku heta niha li Hindistanê zêdeyî 340 hezar kes bi şewbê ketine.

Li Hindistanê ku nifûsa xwe 1.3 milyar mirov e, heta niha 9 hezar û 900 kes ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dane. Rojane derdora 10 hezar kes bi vîrûsê dikevin. Li gorî texmînan hejmara nexweşan heta meha bê bigihêje nîv milyon mirovî.

Ji ber barana mûson fikar hene ku nexweşxane jî têrê nekin.

Nîşaneyên nexweşên deng an jî ta ku bi barana mûsonê re zêde dibin, dişibin nîşaneyên Covîd-19. Mirovekî bi van nexweşiyan dikevin canê wan disincire, bêhn li wan diçike yan jî nikarin xwarinê bixwin.

Li Hindistanê 300 heta 400 milyon mirov di rewşeke xizaniyê de ne û fikar hene ku ev krîza tenduristiyê bandoreke giran li wan bike.