Li Hindistanê ji ber lêdana brûskan 39 kes mirin

Li rojhilatê Hindistanê ji ber lêdana brûskan herî kêm 39 kes mirin.

Li gorî daxuyaniyên rêveberên xwecihî, piranî kesên mirine cotyar û kesên bê xwedî û mal in. Rayedaran ragihandin ku li rojhilatê welat ji ber lêdana birûskan bi kêmanî 39 kes mirine.

Welatê ku maye di bin bandora baranên muson de, ji ber bahoza xêde gelek mal hilweşiyane.

Cihekî berfireh maye di bin avê de. Hefteya borî tenê li eyaleta Uttar Pradeşê 41 kes mirine. Ji ber mercên giran ên ji serê meha Tîrmehê û vir ve li gelemperiya welat bi sedan kes mirine.