Li Herêma Kesk a Bexdayê êrişa bi roketan

Hate ragihandin ku li dijî Herêma Kesk a Bexdayê êrişek bi roketan hatiye kirin û gelek roket li nêzî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ketine.

Herêma Kesk a li paytexta Iraq Bexdayê ku ji dawiya meha Kanûnê ve timî dibe hedefa êrişan, êrişeke nû lê hate kirin. Li gorî agahiyên ku rayedarên Iraqî ragihandin, herî kêm 3 roket li Herêma Kesk ketin ku Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî lê ye.

Hate ragihandin ku ji ber êrişê tiştek bi kesî nehatiye.

Êrişên li Herêma Kesk ji meha Kanûnê ve giran bûne û bi giranî li dijî dîplomat û leşkerên Emerîkî yên li herêmê tên kirin. Heta niha kesî berpirsyariya van êrişan neanîne ser xwe.

Rêveberiya DYE'yê koma milîsên Şîa ya alîgirê Îranê ji êrişan berpirsyar dibîne. Bi fermana Serokê DYE'yê Donald Trûmp, Fermandarê Hêza Qûdsê ya Îranê Qasim Silêmanî ku operasyonên Îranê yên li derveyî welat bi rê ve dibir û fermandarekî payebilind ê Heşdî Şabî ku rêxistina sîwanî ya komên milîs ên Şîa yên alîgirê Îranê ye hatibûn kuştin.