Li herêma Gola Çadê êrîşa Boko Haram: 18 kes mirin

Çeteyên Boko Haram şeva Pênçşemê êrîşî herêma Gola Çadê kir û di êrîşê de 18 kes bi hovane hatin kuştin.

Roja Yekşemê çavkaniyekê ewlehiyê agahî da AFP’ê û wiha got; “Endamên Boko Haram êrîşî gundekî dikeve başûrê Dabûayê kirin.”. Dabûa dikeve herêmekê nêzî sinôrê Nîjer yê herêma Gola Çadê.

Çavkaniyê diyar kir ku êrîş şeva Pênçşemê pêk hatiye û wiha got; “Qrika 10 kesan hate birîn, 2 kes birîndar bûn û dest danîn li ser 10 jinan.”

Êrîşa herî mezin a Bako Haram li sînorê Çadê li herêma Gola Çadê di meha Gulanê de pêk hat. Di vê êrîşê de 6 kes hatibûn kuştin ku piraniya wan endamên ewlehiyê bûn.