Li dijî peymana Erdogan-El-Sirac, serokê parlemena Lîbyayê diçe Misrê

Serokê encûmana parlementoya lîbyayê Eqîl Salih roja yekşemê çû Qahîre û piştre jî wê biçe yewnanîstanê. Armanca wî ya ji wê gerê ew e ku dijbertiya xwe ya li hemberî peymana El-Sirac û Tirkiyê nîşan bide û fermiyeta hukûmeta El-Wîfaq betal bike.

Di wê derbarê de Şêwirmend Ebdullah Blaheq ew agahiyane parvekirin ku Serokê Meclîsa Lîbyayê dê bi serokê parlamentoya Ereban, Meşaal El Selamî û serokê parlementoya Misrê, Dr. Ali Abdel Al re hevdîtinan bike. Piştre jî ew bi vexwendina parlementoya yewnanîstanê dê biçe Yewnanîstanê û li wê derê jî derbarê rewşa dawî ya Lîbyayê bi rayedarên yewnanîstanê re bicive.

Blaheq eşkere kir ku Serokê Encûmana Lîbyayê dê li Qahîre û Atînayê li ser encamên peymana Tirkiyê ya bi hikûmeta Al-Wîfaq re çêkirî û metirsiya vê nîqaş bike û bi mebesta betalkirina fermiyeta hukûmata El-Sirac ya piştî ku Tirkiyê ragihand ku ew dest bi çêkirina peymanê dike, ji wana daxwaza piştgirîdayîn a bi parlementoya Lîbyayê bike. Her wiha dazanîn ku ew tevgera parlementoya Lîbyayê ji bo parastina Serweriya welat e.

Li hemberî wê peymanê Yewnanîstanê balyozê Lîbyayê dersînor kir. herwiha Misir û Yewnanîstanê ev peyman wek gefekî li ser mafên welatên Rojhilatê derya spî dibînin, bi taybetî ji ber girava Kirît li ser Yewnanîstanê dibînin. Ew girave dikeve navbera sînorê deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê.

Di derbarî heman mijarê de Serokê Komîteya Kar û barên Derve Yûsif El-Eqûrî jî daxûyakirin ku piştî peymanê, têkiliyên welatê wan bi Yewnanîstanê re bi neyînî bandor bûne û weke bertek jî Yewnanîstanê ‘Nûneratiya Dîplomasî ya Libyayê kêm kiriye’.

Koma parlementoyê ya Burqa ya Lîbyayê parlemena Lîbyayê wexwend da ku civînek awarte li dar bixe ji bo fermiyeta El-Sirac û peymana siyasî ya ‘El-Suxeyrat’ê betal bikin. Ji ber ku domandina yekdestiya El-Sirac ya di girtina biryaran de xetereyek e li ser serwerî û yekparetiya axa Lîbyayê. Wî di berdewama gotinên xwe de piştrast kir ku ew ê ji bo rewşa lîbyayê daxwaz kiriye ku civîneke taybet û awarte were lidarxistin. Wî di dawiyê de rewşa heyî weke rewşa sala 1990’an pênase kir ku di wê demê de komkara Erebî ji bo azadkirina Kuweytê ya ji dagirkeriya Iraqê ketibû nava hewldanê.