Li Heftanînê Zeryaya bi rengê Spartayiyan

Zerya li Heftanînê bi rengê jinê yê Spartayiyan bû. Gihîşt wateya berxwedana heta dawiyê û di Cenga Heftanînê de kete hembêza xakê.

Kêm mirovî bi rêbaza şer a Spartiyayan zanîbûn. Spartayî xwe li gorî şer, civakê jî li gorî pîvanên leşkerî bi rêxistin dikin û li gorî wê mezin dikin. Zarokên mêr hîn şeş salî, heft salî tên perwerdekirin. Hîn dibin ku li hespê siwar bibin, di nava êgir de derbas bibin, di nava berfê de bimeşin, bibin xwedî îrade, li nava xwezayê bi tena serê xwe hînî jiyanê bibin, hînî birçîbûnê bibin, li dijî tîbûnê li ber xwe bidin, bi tena serê xwe birîna xwe bipêçin, xwe ewle bikin, bi tena serê xwe li ser piyan bimîne, her cûreyên çekê bi kar bînin, xwe biparêzin û eger pêwîstî pê hebe êriş bikin.

Spartayî beriya bikevin şer sondekê dixwin:

Dema ku tu ji malê derket, tuyê lê venegere û lê nenihêre.
Dema tu çû qada şer tuyê li hevser, zarok û cihê xwe yê razanê nefikire.
Dema ku gihîşt qada şer û te dest bi şer kir, tu yê xwe ji bîr bike.

Li Spartayê ya herî girîng rûmet e.

JI BO AZADIYÊ ŞER KIRIBÛ

Zerya li Heftanînê bi rengê jinê yê Spartayiyan bû. Bi PKK'ê xwe ji nû ve afirand û xwe gihand vegotina herî bedew a hebûnê. Navê herî bedew ê berxwedana heta dawiyê ye Zerya. Zerya Mahîr bi berxwedanê xwe gihand pîroziya nemiriyê li Heftanînê. Gelo tu yekê/î nas neke dikarî li ser binivîsîne, yan jî yekî nebîne dikarî qalê bike? Mirov her tim bi tirs e ku vegotin û nivîsandin dibe ku timî kêm be.

Her tişt, her kes kêm e, her tişt ji piştî şer re hatiye hiştin û her tişt ji bo wê demê hatiye taloqkirin. Eger hûn PKK'ê nas dikin hingî hûn ê binivîsînin, eger hûn hêza berxwedanê ya PKK'ê nas dikin hûn ê binivîsînin, her we berxwedana gerîla dîtibin hûn ê binivîsînin yan jî eger we lê guhdarî kiribin hûn ê dirûşma dawî ya şervanekê/î binivîsînin. Eger hûn nenivîsînin hûn ê bimirin. Tevî ku min Zerya nas nedikir û nedît, eger min li ser wê nenivîsandina wê ji bo min kêmasî bûya.

Hevrêyeke wê wiha dibêje: "Em ne li gel wê bûn, me nekarî xwe bigihînin wê, wê bi tena serê xwe li dijî hemû leşkerên hewl didan li ser gir bi cih bibin şer kir û fîşeka wê qediya. Bi tena serê xwe bi dehan leşker kuştibû, bi tena serê xwe ji bo azadî û jiyanê şer kiribû."

HETA DAWIYÊ ŞER KIR

Derya Çavûşoglû sala 1998'an li Mûşê ji dayik bû. Hîn di temenekî gelekî ciwan de tevlî nava refên PKK'ê bû û berê xwe da çiyê, hat qada Heftanînê. Li Heftanînê her tiştên têkildarî gerîla hîn bû. Hîn bêhtir dişibiya Heftanînê. Zerya nedişibiya rengekî, dişibiya heft rengan. Li ser rûyê wê ne demsaleke xwezayê hebû, çar demsal hebûn.

Zerya Mahîr sala 2020'an di Cenga Heftanînê de li qada Şeşdarayê bi tena serê xwe li çepereke li ser gir heta dawiyê il dijî artêşa Tirk a dagirker şer kir û piştre kete hembêza xakê.