Li Heftanînê dagirkerek hate kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, li dijî artêşa TC a dagirker a lis er Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyeke sûîqestê hate kirin. HPG'ê diyar kir ku leşkerek hate cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, "14'ê Tîrmehê saet di 16:00 de hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hate cezakirin."

HPG'ê her wiha diyar kir ku balafirên şer ên artêşa TC a dagirker 14'ê Tîrmehê saet di 13:00 de qada Karker a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.