Li Heftanîn, Xakûrkê û Çelê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihanin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Heftanîn, Xakûrkê û Çelê ya li dijî leşkerên Tirk ên dagirker de ‘4 leşker ceza kirine’.

HPG a daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku li Heftanîn 1, li Xakurkê 2 û li Çelê jî leşkerek ‘ceza’ kirine.

HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî da:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 8’ê Tîrmehê saet 09:00’an li dijî leşkerên artêşa TC’ê yên li Girê Şehîd Adar bi cih bûbûn, çalakiyeke ya sekvaniyê kirin û leşkerek ceza kirin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 8’ê Tîrmehê saet 22:30’î li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Dewrêş ê li Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê bi cih  bûbûn, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li çeper û sitargehên dagirkeran hate xistin, 2 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

Di çarçoveya pêngavê de hêzên me, 8’ê Tîrmehê di saetên sibê de çeper û sitargehên li nêzî girê qereqolê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê kirin hedef û çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek ceza kirin.

7’ê Tîrmehê di saetên şevê de artêşa TC’ê li devera Boxaza Berxa, Boxaza Bazê, devera Kewotê û Mele Emîn dest bi operasyoneke dagirkeriyê kirin. Dagirkeran bi balafirên şer û helîkopteran, dîsa obûs û hewanan qada operasyonê bombe kirin. Ev operasyon şeva 8’ê Tîrmehê bê ku encameke bigire vekişiyaye.”

HPG’ê li ser êrîşên esamînî jî ev agahî parve kir:

“7’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker saet 12:50’î devera Sîda a Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan bi hevalên me negihiştiye.”