Li Hawaiyê piştî çend erdhejên li peyv hev rewşa awarte hat îlankirin

Waliyê Hawaî yê Davîd Îge piştî çend erdhejên li pey hev ên di 24 saet ên dawî de rewşa awarte îlan kir. Ji ber teqîna volkanîk ya li Kîlaûeayê bi hezaran kes hatin tehliyekirin.

Di nava 24 saet an de li Girava Hawaî li pey hev çend erdhej çêbûn. Ya herî bi hêz rêjeya  6.9 hat pîvan. Erdhej şev pêk hat û di erdhejê de zirareke mezin çêbû. Di erdhejê de kuştî û birîndar nîne, lê gelek mal hilweşiyan.

Ji bo pêkanîna pêdiviyan rewşa awarte hat îlankirin. Cihên jîngehê yên weke Leîlanî Estates û Lanîpûna Gardens ku nifûsa wê 1700 kes daxwaz hate kirin ku welatî ji van herêman derbikevin. Ekîpên agirkûjê li hewayê gaza kukurt dîoksît a metirsîdar tespît kirin.

Volkana Kîlaûea ya ku 1247 metre ye piştî erdhejên li pey hev roja Pêncşemê carek din teqiya. Ev volkan yek ji volkanên herî aktîv ên cîhanê ye. Di nava 30 salan de bê navber diteqe.