Li Hannoverê konferansa 'tundiya li jinê polîtîk e' pêk hat

Li Zanîngeh Leîbnîz a Hannoverê di çarçoveya pêngava 'Serî hilde' de ya TJK-E'yê bi mijara 'Tundiya li jinê polîtîk e, dibe ku tu jî be' konferansek pêk hat.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi mijara "Tundiya li jinê polîtîk e, dibe ku tu jî be" konferansek pêk hat.

Ji aktîvîstên jinan Munnever Amed, Medya Botan, Dilşah Osman û rojnamevan Aysel Avesta di konferansê de pêşkêşî kirin.

Di pêşkêşiyan de qala piştperdeya dîrokî ya tundiya li jinê û şêweyê serdema heyî yê tundiyê hate kirin û hate gotin, ku tundiya li jinê polîtîk e û nabe ku ev yek tenê bi şêweyê tundiya fîzîkî bê dîtin. Hate destnîşankirin ku bi qasî aliyên xwe yên fîzîkî divê aliyên xwe yên psîkolojîk, çandî, aborî û civakî jî bên nirxandin.

Di konferansê de çavkanî û şêweyên tundiya li jinê bi berfirehî hatin nirxandin û tevî vê yekê ji bo çareseriyê jî hin pêşniyar hatin kirin.

Li gorî vê yekê, çareserî beriya her tiştî ew yeke ku li gorî perspektîfa 'Xwebûn' de jin xwe di mijara xweparastinê de bi rêxistin bikin.

Ji amadekarên konferansê aktîvîst Şukran Sîncar ji ANF'ê re axivî û got, "Me di konferansa xwe de hewl dan ku tundiyê ji bilî şêweyên li ber çavan binirxînin. Şêweyê li pêş çavan ê tundiyê tundiya fîzîkî ye. Bêguman em tundiyê herî zêde bi vê şêweyê dinirxînin. Mînak; me rewşa jinê ya di nava şer de, nêzîkatiya serdestan a li jinên sivîl an jî jinên şervan nirxand. Ev tundî di mijarên şexsî, malbatî û civakî de dibe sedema travmayên kûrtir.

Konferans bi pêşkêşiya xwe gelekî bi feyde bû. Karê me wê ji niha û pê ve jî bênavber bidomin. Ji bo jin li her qadê xweparastina xwe bi rêxistin bikin wê karê me bi xurtî bidome. Di çarçoveya pêngava 'Tu jî rabe ser piyan' de em ê karê xwe bidomînin."

Di konferansê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber keda xwe ya bêdawî ya ji bo şoreşa Rojava û azadiya jinê hate silavkirin.

Konferans bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.