Li Guatemalayê bilançoya Fuego: 99 kes mirin

Li Guatemalayê ji ber ku Çiyayê Sotîner Fuego teqiya 99 kes mirin.

Rayedaran gotin ligel ên ku mirine her wiha wan hê xwe negihandine 200 kesên winda.

Ji ber sedema teqînên nû û herka alavê xebatên lêgerînê asteng dibin. Çarşemê jî dûxan ji çiyê diçû û xwelî bi jor ve dipijiqîn. Serê 4-5 saetan, qeweta wê kêm be jî teqînên nû çêdibin.

Êvara Sêşemê li kratere teqîneke mezin çêbûbû û yên ku li gund vegeriyabûn jî dîsa reviyabûn.
Ekîbên alîkariyê, polîs û leşkeran piştî teqînê ji herêmê dûr ketibûn, piştre dîsa vegeriyabûn.

Koordînasyona Têkoşîna Dijî Bobelatên Sirûştî ragihand bi encama teqînê 46 kes birîndar bûne, 12 hezar kes jî hatin xilaskirin. BobEletê bi astên cuda be jî bandora xwe li ser 1,7 milyon kesî kir.
Va min rahişt a dawî