Li gorî Moskowê li Idlibê ‘haziriya çeka kimyewî’ tê kirin

Rûsya  hin komên çekdar, ji bo ku mudaheleya Rojava proveke bikin, bi haziriya êrîşa çekên kîmyewî sûcdar kir.

Komên çete yên çekdar ên li Idlibê bi rengê komên ku rasterast ji hêla Enqerê ve têne destekkirin bale dikişînin ser xwe.

Balkêş e ev daxuyaniya Rûsyayê, piştî hişyariya DYA, Fransa û Ingiltere hat, ku van sê welatan gotibûn, heke rejîma Sûriyê li Idlibê çeka kîmyewî bi kar bîne, wê bersiveke tund bidin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov bi daxuyaniyeke nivîskî got, koma Tahrîr El Şam (Nûsra berê) ji bo ku hikûmeta Sûriyê sûcdar bike, xwe ji bo bikaranîna çeka kîmyewî hazir dike. Li gorî medyaya Rojava Tahrîr El Şam, bi kêmanî 60 ji 100’î komên çekdar ên herêmê di bin banê xwe de vedihewîne. A rast jî, hemû komên li Idlibê bi Tahrîr El Şam re têkildar in.

Moskowê got, koma navborî ‘heşt depoyên klorê’ şandine bajarê Cîsr El Şugur, li vir piştî haziriyan, birine gundekî 8 kîlometre dûr.

Berdevk Konaşenkov serwîsên îstîxbarî yên Ingilîz, ji bo ku bi çalakî tevlî vê provakasyonê bûne sûcdar kir. Li gorî berdevk hêzên Amerîkî, Ingilîz û Fransiz ji bo êrîşa ser hikûmeta Sûriyê zemînê çêdikin.