Li gorî IMF'ê, enflasyon wê li Îranê bigihêje 40 ji sedî

Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ragihand, li gorî texmînên wan, Îran a ku du sal in li ser hev di resesyonê de dimîne, sala 2019'an enflasyona wê wê bigihêje 40 ji sedî.

Krîza aboriyê ya li Îranê mezin dibe. Piştî ku DYE'yê xwe ji peymana nukleerê vekişand û meha Mijdarê pêkanîn li ser firotina petrolê ferz kir, krîza li Îranê girantir bû.

Rêveberiya Washingtonê herî dawî vê mehê biryareke nû da û mûafiyeta 8 welatan a ji kirîna petrola Îranê rakir ku Tirkiye jî yek ji wan welatan bû. Li gorî vê biryarê, ji van welatan hate xwestin ku heta destpêka meha Gulanê nema ji Îranê bikirin.

Li gorî texmînên IMF'ê, aboriya Îranê par 3.9 ji sedî biçûk bû. Midûrê departmana Rojhilata Navîn û Asya Navîn ê IMF'ê Cîhad Azûr ji Reutersê re axivî û got, sala 2019'an ev meyl wê zêde bibe û bigihêje 6 ji sedî.

Rayedarekî Emerîkî meha Nîsanê dabû xuyakirin ku pêkanînên Emerîkayê Îran ji 10 milyar dolar hatineya petrolê bêpar hiştiye.

Tê payin ku enflasyon di nava salê de bigihêje 40 ji sedî. Riyalê Îranê par bi rêjeya 60 ji sedî bêqîmet bûbû.