Li gorî anketa CNN Trûmp li pêşiya Clînton e

Beriya hilbijartin serokatiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ku wê di meha Mijdarê de pêk were, encamên balkêş ji anketan derdikevin.

Namzetê Komarparêzan Donald Trûmp, ku di hefteyên dawî de li pişt namzeta Demokratan Clînton xuya dikir, di anketa CNN de li pêşiya Clînton xuya dike.

Li gorî anketa ji aliyê qenala televızyonê CNN ve hat kirin, rêjeya mirovên dibêjin ew ê di hilbijartina meha Mijdarê de dengê xwe bidin Donald Trûmp, ji sedî 45 e. Ji sedî 43 ê beşdarên vê anketê gotin ew ê dengê xwe bidin namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton.

Hevrikê Hîllary Clînton, Trûmp ku soza polîtîkaya tund a li dijî koçberan û Misilmanan tê naskirin, bi ziman û daxuyaniyên xwe yên tund tê naskirin. Siyasetmedarên li DYA û derveyî DYA, karsaz û saziyên civaka sivîl nerazîbûnê nîşanî Trûmp didin. Tê gotin, ku Trûmp bi vê rêbaza xwe ve dixwaze bandorê li gelek hilbijêran bike.

Di piraniya anketên heta niha hatin kirin de, Hîllary Clînton li pêş xuya dikir.