Li gorî Îranê, kuştina Kaşikçi bêyî desteka DYA'yê nepêkan e
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî îdîa kir ku kuştina Cemal Kaşikçi li Konsolosxaneya Siûdî ya li Stenbolê, bêyî desteka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nepêkan e.
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî îdîa kir ku kuştina Cemal Kaşikçi li Konsolosxaneya Siûdî ya li Stenbolê, bêyî desteka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nepêkan e.
Hasan Rûhanî li civîna Desteya Wezîran axivî û got, "Ne bawerim ku welatek bêyî desteka DYA'yê tiştekî bi vî rengî bike."
Rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi ku ji prensan heta rêxistinên îstîxbaratê, ji El Qaîdeyê heta Birayên Misilman xwedî rabirdûyeke tarî bû, 2'ê Cotmehê piştî ku ket hundirê Konsolosxaneya Siûdî winda bûbû û dûre hatibû eşkerekirin ku hatiye kuştin.