Li gor anketan Clînton Trump derbas dike

Ji bo hilbijartinên seroktiya Amerîkayê ku wê vê meha tê bê lidarxistin, xebatên namzetan ên propagandayê didome, li gor anketan tê dîtin ku Clînton li gor Trump hê li pêş e.

Hefteya bihurî Komarparêz Donald Trump û namzeta Partiya Demokrat Hillary Clînton di weşana zindî de derketibûn pêşberî hev û ji hêla zêdetirî 85 mîlyon kesan ve hatibû temaşekirin. Di anketan de hatibû diyarkirin ku Clînton hê zêdetir hatiye ecibandin.

Di anketek ajansa nûçeyan a Reûtersê de ku bi enstîtuya Îpsos daye çêkirin, hate tespîtkirin ku Clînton bi 5 pûanan li pêşiya Trûmp e. Li gor anketê, ji sedî 43 yê hilbijêran dibêjin Clînton, ji sedî 38 jî dibêjin Trûmp.

Ferqa dengê mabeyna her du namzetan, li gor anketên 4 hefteyan jî nêzî 5 pûanî ye.