Li girtîgeha Hesekê çi diqewime?

Girtiyên DAÎŞ'î ku Rêveberiya Xweser bi salan e balê dikişînin ser metirsiya wan, li girtîgeha Hesekê bûyer derxistin. Rayedarekî girtîgehê got, ew li girtîgehê derbasî rewşa awarte bûne.

Bûyerê roja Yekşemê saet di 20:00 de dest pê kir. DAÎŞ'iyên ku bi rengekî rêxistinbûyî ketin nava liv û tevgerê, şert û mercên girtîgehê kirin hincet û hewl dan wezîfedarên ewlekariyê dîl bigirin. Nîvê şevê rewş girantir bû.

PANKART VEKIRIN, DERÎ ŞIKANDIN, DÎWAR HILWEŞANDIN

Rayedarê girtîgehê yê ji têkiliyên bi koalîsyona navneteweyî berpirsyar Rûbar Hesen ji ANF'ê re axivî û got, "Çeteyên DAÎŞ'ê li girtîgehê saet di 20:00 de bûyer derxistin."

Hesen diyar kir ku çeteyan bi malzemeyên paqijiyê nivîsa "em alîkariya însanî dixwazin" li betaniyeyan nivîsîn û bang li koalîsyonê û Xaça Sor kirin. Hesen got, "Piştî ku betaniyeyên bi vê nivîsê mîna pankartekê vekirin, derî şikandin, kamera şikandin. Piştre jî bi parçeyên deriyan ên şikandî dîwar hilweşandin."

Hesen got, "Hin beşên girtîgehê ketine kontrola çeteyan. Hinekan derî şikandin û ji avahiyê derketin û li beşa hewşê ne. Hêzên me yên li girtîgehê bi temamî ketine rewşa awarte."

Rayedar diyar kir, ji ber ku hejmara girtiyan zêde ye ji bo destwerdanê ew li benda sibehê ne.

HINEK REVIYAN, LI GIRTÎGEHÊ ŞEWAT DERXISTIN

Li gorî agahiyên gihîştin ANF'ê, hin ji girtiyan ji girtîgehê reviyan. Piştî nîvê şevê jî li girtîgehê kontrol hîn pêk nehatiye. Hêzên QSD'ê li derveyî girtîgehê tevdîrên giran girtin, hemû rêyên ber bi girtîgehê ve girtin.

Balafirên koalîsyona navnetewyeî li ser Hesekê û girtîgehê difirin.

Li gorî agahiyan, çeteyan nîvê şevê li gorî dema herêmê saet di 00:35 de li girtîgehê şewat derxistin.

RÊVEBERIYA XWESER: DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ ÇARESERIYÊ BIAFIRÎNE

Girtiyên DAÎŞ'ê yên li herêmên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demeke dirêj e cihê fikaran e. Rêveberiya Xweser gelak caran bang li dewletên biyanî kir ku ji bo DAÎŞ'iyên welatiyên xwe çareseriyekê bibînin. Di mijara darizandinê de hêzên navneteweyî bêdeng man û bi xemsarî tevgeriyan. Rêveberiya Xweser pêşniyar kiribû ku li herêmê dadgeheke navneteweyî bê avakirin û darizandin pêk wer.e

Rêveberiya Xweser herî dawî di 23'ê Adarê salvegera yekemîn a serketina dijî DAÎŞ'ê de daxuyaniyek dabû û gotibû, "Bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî û malbatên wan timî hewl didin birevin. Reva van wê ji bo cîhanê metirsî be. Rêxistin wê hewl bide endamên xwe yên ji girtîgehê birevin xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Ev çete mîna bombeyeke li ber teqînê ne."

Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî kir ku çareseriyê biafirîne.

REWŞA LI GIRTÎGEHA HESEKÊ

Li girtîgeha Hesekê bi giranî çeteyên DAÎŞ'ê yên li Baxozê hatin girtin hene. Pêwîstiyên xwarin û vexwarinê hemû ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tên tedarikkirin û ewlekariya wê jî QSD dike.

Avahiya girtîgehê jî gelekî kevn e. Ji ber ku girtîgehên din tijî ne, beşek ji zanîngeha li Hesekê veguherandine girtîgehê ji bo çeteyên DAÎŞ'ê lê bên bicihkirin.