Li gel tevdîrên jî koçberên bi qeçaxî diçin DYA’yê zêde bûne

Li gel tevdîrên Donald Trûmp ên ku pêşî li derbasbûna koçberan bigire jî, hate ragihandin koçberên ku ji sînorên başûr derbasî DYA’yê dibin pir zêde bûne.

Li gorî daneyên Wezareta Ewlehiya Navxwe ya DYA’yê,Tebaxê 12 hezar û 800 malbatên koçber li ser sînor hatin girtin. Li igor vê, li gorî rêjya Tîrmehê ev 38 ji 100’î zêde ye.

Di daxuyaniya wezaretê de ku tê gotin sedema zêdebûna hijmara koçberên qeçax ji ‘valahi’ya yasayên DYA’yê tê, got, derbasbûna koçberan adapteyi valahiyên li yasayan bûye.

 ‘Valahi’ya ku Wezareta Ewlehiya Navxwe behsê dike, behsa wê tê kirin, ku ji ber sedema rexneya li rêveberiya DYA’yê, li ser wan biryar û yasayên derbarê koçberan, neçar mane ku gavan bi paş ve gavan bavêjin. Herî dawî ji ber sedema zarokên koçber bi rengekî deryasayî ketin welêt û li girtîgehê ji malbatê dûr têne girtin, li ser gilihan, dadgehekê biryar dabû ku ev tişt rabe.