Li Gazzeyê hejmara miriyan bû 16 kes

Li Şerîda Gazzeyê artêşa Îsraîlê mûdaxeleya xwepêşandana Filîstiyan kir û  hate ragihandin ku herî kêm 16 kes mirine.

Li gorî daxuyaniyê,ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filîstinê ve hate dayin, di çalakiya duh de ,a ‘Meşa Mezin a Ji bo Vegera Paş’ , di şerê di navbera Şerîda Gazze û Îsraîlê de herî kêm 16 kes mirin.. Wezaretê ragihand ku di êrîşan de zêdetirî 100 Filîstînî birîndar bûne.

Li gorî artêşa Îsraîlê, li 6 xetên sînor ên Gazzeyê ‘serhildan’ dest pê kir û kesên ku pêşengtiya vê dikirin bûne hedef. Artêşa Îsraîlê qebûl kir ku leşkeran bi çekan, bombeyên gazê mudaxeleyî çalakgeran kir, tenê ku çalakger tenê bi kevir û molotofan êrîş dikirin.

Lê artêşê îdîa kir ku tenê ‘kesên pêşengtiya serhildanê’ dikin, hedef hatine girtin.