Li Fransayê xwepêşandana li dijî depokirina bermahiyên nukleerî

Li rojhilatê Fransayê, li dijî transfera bermahiyên nukleerî bi sedan hawirdorparêzî xwepêşandan lidar xistin. Polîsan dest li xwepêşandanê werdan û li ser vê yekê şer derket.

Li bajarê Meûse yê herêma Grand-Est a li rojhilatê welêt, li dijî 'Projeya Cîgeo' ya ji bo depokirina bermahiyên nukleerî, bi hezar hezar hawirdorparêzî xwepêşandanek lidar xistin. Polîsan dest li xwepêşandanê werdan û ji ber şerê li vir gelek kes birîndar bûn.

Di dema xwepêşandanê de polîs û jendermeyan ava şid, gaz û bombeyên deng bi kar anîn. Yek ji hawirdorparêzan ji AFP'ê re axivî û anî ziman, ji ber êrîşa polîsan herî kêm 10 hawirdorparêz birîndar bûne û rewşa tenduristiyê ya yekî ji birîndaran giran e.

Di daxuyaniya Walîtiya Meûse de hate îdîakirin, ku du jenderme ji ber madeyên ji aliyê xwepêşandêran ve hate avêtin, birîndar bûne.

FIKARÊN LI SER EWLEKARIYÊ

Tê plankirin ku navenda depokirina bermahiyên nukleerî li bajarokê Bûreyê bê avakirin. Di raporeke Ajansa Ewlekariya Atomê ya Neteweyî (ASN) de li ser ewlekariya vê navendê nêrînên neyînî hatin destnîşanikrin. Di nava şert û mercên asayî de tê plankirin ku bermahiyên nukleerî heta 100 hezar salî dernekeve derve. Lê belê tirs û fikar hene ku eger hewa gelekî germ bibe, wê derkevin ser rûyê erdê.

Navendên depokirina bermahiyên nukleerî wê ji aliyê saziya cemaweriyê ya bi navê ANDRA ve li bajarokê Bûre û hin bajarên din ên Fransayê bên çêkirin. Nerazîbûna li van navendên depokirinê zêde dibe.

Tê plankirin, ku bermahiyên nukleerî herî kêm bi 500 metreyan li binê erdê bên veşartin. Wezîrê Hawirdorê yê nû Nîcolas Hûlot, ku bi hesasiyeta xwe ya li ser hawirdor û avhewayê tê naskirin, li ser mijarê hê nêrîna xwe eşkere nekiriye.

Çalakgeran di xwepêşandanê de wêneyekî Hûlot hildan ku di wêne de Hûlot di çalakiyeke beriya niha de pankarta bi nivîsa "Ez ji projeya Bûre-Cîgeo re dibêjim Na" hilda bû.

Fransa, piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji aliyê hilberîna elektrîkê ji nukleerê ve, di rêza duyemîn de ye. Sê ji çar parên elektrîka Fransayê ji nukleerê tê.