Li Fransayê piraniya qedexeyan radibin

Li Fransayê piraniya qedexeyan ku ji 17'ê Adarê û vir ve dom dikir di navbeyna 2 û 22'yê Hezîranê de gav bi gav têne rakirin.

Hin tevdîrên ku ji ber vîrûsa Covîd-19'ê di 11'ê Gulanê hatibû rakirin, bi biryareke nû ya hikûmetê hîn bêhtir tên sistkirin. Bi çarçoweya biryara Serokwezîr Edouard Phîlîppe, bi Hezîranê re wê restoran jî werin vekirin. Piştî 2'yê Hezîranê restoran, bar û kafe wê werin vekirin, bi şertê ku ji 10 kesan nebihurin destûr tê dayin ku bi hev re xwarinê bixwin, lê bi şertê ku 1 metro mesafe di navbeyna wan de hebe.

Ji bilî Parîsê û derdora wê li bajarên 'herêma kesk' a cihên hêşînahiyê, hêwanên xwepêşandan û sporê û parkên kêf û şahiyê ji 2'yê Hezîranê ve wê werin vekirin.

Ji 11'ê Gulanê ve tenê hin pol û krêş hatibûn vekirin, ji 2'yê Hezîranê û wir ve dibistanên sereke li tevahiya welêt wê werin vekirin lê di her polê de tenê 15 xwendekar wê hebin.

Ji 11'ê Gulanê û vir ve seyehet ji adrêsa îkameyê bi qasî 100 kmyî bû, ji 2'yê Hezîranê û wir ve ev sînordarî jî radibe.

Lê piştî 2'yê Hezîranê li wesayitên gihandine giştî bikaranîna maskeyan dibe divêtiyeke berbiçav.

Sînordarkirinên li ber derketina ji welêt û ketina nav welêt heta bi 15'ê Hezîranê wê bidome.

Dema ku welatiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) diçûne Fransayê 14 rojan di karantînayê de dihatin hiştin, ev jî 15'ê Hezîranê wê rabe. Biryarên derbarê seyehatên derveyî YE'yê rojên pêş wê werin ragihandin.