Li Fransayê hejmara miriyan gehişte 372 kesan

Midûrê Giştî yê Tenduristiya Fransayê Jêrome Salomon ragihand, li welat hejmara kesên ku ji ber şewba koronavîrûsê jiyana xwe ji dest dayîn gehişte 372 kesan.

Berpirsekî Fransî da diyar kirin ku heta niha nexweşiya koronavîrûs li ser 10 hezar û 995 kesan hatiye teşhîskirin û ji vana 372 kes mirine.

Li gorî Salomon, ji kesên ku nexweşî li ser wan hatî teşhîs kirin 4 hezar û 761 kes li nexweşxaneyê razandîne. Ji vana 1.122 di beşê başbûnê de ne.

Di nava 24 seatan de 108 kesên din mirin. Bi giştî ji miriyan ji sedî 6, temenê wan di bin 60’ê de ye.

Her wiha li welat şewba ku di dawîya meha Çileyê de destpê kirî heta niha 1.300 kes baş bûne vegeriyane malên xwe.

Salomon diyar kir ku li Fransayê her çar rojan hejmara kesên bi vîrûsê dikeve yek du qat zêdetir dibe.