Li Fransayê doza sedsalê: 2 milyon kes dozê li dewletê vedikin

Kampanya îmzeyan a li dijî xemsariya dewleta Fransayê ya di mijara avhewayê de, gihîşt asta rekorê. Di nava 6 rojan de 1,6 milyon kesî îmzeya xwe danîn binê kampanyayê.

Kampanya ku li ser înternetê dest pê kir, weke "doza sedsalê" tê binavkirin. Heta roja Duşemê 1,6 milyon kesî mohra xwe danîn binê kampanyayê. Metna kampanyayê li malpera"laffairedusiecle.net" hate weşandin. Armanc ew e ku 2 milyon kes mohra xwe deynin binê metna kampanyayê. Hîn hefteyek neqediya ye, hindik maye ku ev armanc pêk were.

Kampanya ji aliyê Greenpeace, Oxfam, Weqfa Mirov û Xwezayê (FNH) û gelek rêxistinên din ên civakî yên sivîl dest pê kir.

Sala 2016'an li dijî reforma kar projeyeke bi heman rengî hatibû organîzekirin û di nava du hefteyan de zêdeyî milyonek mirovan mohra xwe danîbûn binî.

Midûra Fransayê ya Oxfamê Cêcîle Dûflot got, "Kes ji me ne li bendê bû ku di demeke ewqasî kurt de serketineke wiha bi dest bikeve." Serokê FNH'ê Aûdrey Pûlvar jî diyar kir, ev seferberî nîşan dide ku fikarên li ser cihêrengiya avhewayê û pirsgirêkên der barê cihêregniya biyo, tirs û fikarên sereke ne.

Rêxistinên civakî yên sivîl roja Duşemê ji hikumetê xwestibû ku bersivekê li ser mijarê bide. Qonaxa duyemîn jî ew e ku meha Adarê li ser asta Fransayê gilî were kirin û mijar biçe ber destê dadgeriyê.