Li Fransayê çalakiyên Lîseyiyan deng veda

Li Fransayê ku bi çalakiya 'Êlek Zer'an her di rojevê de ye, vê carê li dijî feraseta bijarker-elît a li reforma hîndekariya bilind, lîseyî daketin qadan. Hate ragihandin, di xwepêşandanan de herî kêm 700 xwendekar hatine destgîrkirin.

Ji destpêka hefteyê ve li gelek lîseyan çalakî tên lidarxistin. Doh bi deh hezaran xwendekarên lîseyê li dehan bajaran ders boykot kirin û neçûn dibistanan.

Çalakî herî zêde li paytext Parîsê û derdora wê pêk hat. Bi deh hezaran xwendekaran lîse bloke kirin. Tenê li bajarê Seîne-Saînt Denîsê 37 avahiyên lîseyê bloke bûn. Li bajarê Mantes-la-Joleî yê ser bi Yvelînesê nêzî 150 xwendekar ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

LI GELEK BAJARÊN MEZIN LI DEHAN LÎSEYAN DERS HATIN BLOKEKIRIN

Li Marsîlyayê ku yek ji mezintirîn bajarê Fransayê ye, bi hezaran xwendekar ji ber fakulteya Saînt-Charlesê heta meydana Vîeûx-Portê meşiyan. Sendîkayên CGT, SUD-Solîdaîres û SNES'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Bi destwerdana polîsan re di dema çalakiyê de şer derket.

Li bajarê Nîceyê jî herî kêm 33 xwendekar hatin destgîrkirin. Walîtiya Alpes-Marîtîmesê diyar kir, şerê bi polîsan re bi taybetî li Lîseya Parc Împerîalê rû da.

HERÎ KÊM 700 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Li bajarên Lyon, Lîlle û Montpellîerê ku ji mezintirîn bajarên welêt e, di çalakiyan de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir, di çalakiyên gelemperiya welêt de yên li lîseyan, herî kêm 700 xwendekarên lîseyê hatine destgîrkirin. Tê gotin, ji ber şerê di dema çalakiyan de xisareke mezin a madî rû daye.

LI BER SÎSTEMA HÎNDEKARIYA BILIND A BIJARKER RADIBIN

Xwendekarên Lîseyê li ber reforma hîndekariya bilind a bi navê "Parcoûrsûp" û ezmûnên nû yên qedandina lîseyê radibin. Di sîstema nû de ya bi navê Parcoûrsûpê, mafê xwendekar heye ku ji 5 heta 10 beşên zanîngehê hilbijêrin.

Bi vê sîstemê re tercîha tenê beşeke biçûk a xwendekaran tê qebûlkirin. Bi giranî jî xwendekarên ji malbatên dewlemend an jî li lîseyê notên baş girtine, tên qebûlkirin. Bi vê yekê re her sal mafê bi sed hezaran xwendekaran ji wan tê stendin ku nikaribin beşa dixwazin hilbijêrin.