Li Filîstînê rageşî zêde dibe; Israîl di alarmê de ye

Piştî ku ji hêla DYA’yê Quds bi paytextbûna Israîlê hate naskirin li dijî bûyerên ku dest pê kirin rêveberiya Tel-Avîvê leşker û polîsan teqwîye dike.

Bûyerên ku ji Çarşemê ve dest pê kirin didomin, artêşa Israîlê daxuyanî da û got, balafirên şer û tangan li Şerîda Gazze xistine.

Li pêşberî berbelavbûna xwepêşandanan Israîlê hem artêşa xwe û hem hêza xwe ya polîsan ji tevgerê re amade kir. Ji ber banga ‘întîfada’yê ya Hamasê ku kontrol di dest daye bi sedan polîs weke hêze zêdek hatin tevgerkirin.

Piştî ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp Quds bi paytextbûna Israîlê nas kir û ferman da ku sefaretxaneyê bibin Qudsê ji Filîstînê daxuyaniyên tund hatin. Gelek welatan û Rêveberiya Xweser a Filîstînê diyar kir ku ev biryar ziyanê dide rola navbeynkariyê ya DYA’yê û wê rê li ber pêla nû ya tundiyê veke.

Di van dur ojên dawî de li gel xwepêşandana diyar bûbû ku Hamasê û komên dî ji Gazzeyê êrîşên rokêtan pêk anîne. Di bûyeran de bi dehan kes birîndar bûbûn.