Li Fîlîpînê volkanek teqiya

Li nêzî paytexta Fîlîpîn Manîlayê, yek ji volkanên herî çalak ên welêt teqiya. Bi hezaran kes ji herêmê hatin veguhastin.

Sîsmologên Fîlîpînî liv û tevgera lav a li volkanê Taal tespît kirin ku bi 65 kîlometreyan li başûrê Manîla ye.

Taal herî dawî di sala 1977'an de teqiya bû.

Sîsmolog dibêjin, di nava çend rojan an jî hefteyekê de dibe ku lav ji devê volkan biherike.

Bi kîlometreyekê xwelî bi ser volkan ve ketiye û nêzî 2 hezar kesên li derdora volkan ji herêmê hatin derxistin.

Hate ragihandin ku eger rewş giran bibe wê şêniyên girava li nêzî wê jî bên veguhastin.

Fîlîpîn ku ji giravan pêk tê, li ser "kembera ji êgir e" ya li Pasîfîk e ku plakayên tektonîk li hev diqelibin û bi rêk û pêk erdhej û teqîna volkanan rû didin.

Di Çileya 2018'an de bi deh hezaran kes ji ber teqîna volkanê Mayon ê li herêma Bîcolê hatibûn veguhastin.