Li Fîlîpînê êrîş li dêrekê hate kirin: Herî kêm 17 kes mirin

Li Fîlîpînê, li girava Joloyê ku weke keleha koma Îslamî Ebû Sayyaf tê naskirin, li dêrekê du êrîş hatin kirin. Herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Êrîş, du roj piştî referandûma herêma Bangsamoroyê pêk hat, ev herêma li başûrê welêt di encama referandûmê de bû herêmeke xweser. Referandûm di çarçoveya rabûna Misilmanan û pêvajoya aştiyê de hate kirin.

Bombeya destpêkê di dema ayînê de li dêrê teqiya. Teqîna duyemîn jî dema ku hêzên leşkerî hatin cihê parkê pêk hat.

Ji ber teqînan 12 sivîl û 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 57 kes birîndar bûn.

Berdevkê artêşa herêmî Gerry Besana ji AFP'ê re got, "Xuya ye êrîşeke terorîstî ye. Mirov hene ku li dijî aştiyê ne." Şefê polîsê neteweyî jî diyar kir, 19 kes mirine, 48 kes jî birîndar bûne.

ÊRÎŞ PIŞTÎ XWESERIYÊ PÊK HAT

Jolo di nava herêma xweser a Bangsamoroyê de ye ku bi referandûmekê xweser bû. Piraniya şêniyên Fîlîpînê ku ji giravan pêk tê, Katolîk in. Piraniya şêniyên girava Bangsamoroyê jî Misilman in. Bi referandûmê re tê xwestin, piştî şerê bi dehan salan aştî pêk were.

Misilmanan salên 1970'î rahiştin çekê û daxwaza xweserî ya jî serxwebûnê ji Fîlîpînê kirin. Di encamê de 150 hezar kes mirin.

Eniya Rizgariay Îslamî ya Moro ku koma bingehîn a serhildêr e, sala 2014'an bi hikumetê re peymana aştiyê îmze kiribû. Li gorî vê peymanê, beşek ji girava Mîndanao ya mezin û li giravên başûrê rojava, ji bo Misilmanan xweserî tê dayin.

Di çarçoveya peymanê de, li vê herêma ku nifûsa xwe 2.8 milyon e, referandûm hate kirin. 0.7 milyon kesî deng dan û xwestin bi navê Bangsomoro herêmeke nû ya xweser bê avakirin. 254 hezar û 600 kesî dengê dijber dan.

Ev pêvajoya ku salên 1990'î dest pê kir, rêxistinên Îslamî yên weke Ebû Sayyaf nagire nava xwe. Ev rêxistin li başûrê welêt aktîf e. Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro jî tevî hikumetê li dijî vê rêxistinê şer dike.