Li Ewropayê germahiya herî zêde

Roja Şemiyê li Elmanyayê roja herî germ a salê bû. Li Fransayê jî servîsa rewşa hewayê qala 'rewşeke awarte' kir. Li Spanyayê jî ji sala 1950'î û vir ve pêla herî germ a Hezîranê heye.

Roja Şemiyê li gelek deverên Elmanyayê mirov ji ber germê xwê dan û berê xwe dan birkên avê. 18'ê Hezîranê bi germa 37.1 pileyî bû roja herî germ a salê.

Li gorî Servîsa Hewayê ya Elman (DWD) piştî nîvro li Baden Wurttembergê û Bad Kreuznachê, li Rheinland-Plazê li Waghaeusel-Kirrlachê germahî gihîşt 37 pileyî.

Rojhilatê Elmanyayê dibe ku Yekşem ji Şemiyê germtir be. Meteorologekî DWD'ê ragihand ku li Jena an jî Cottbusê germahî dibe ku bigihêje 38 pileyî.

Lê belê rekora germahiyê ya li Elmanyayê ji vê astê bilindtir e. Li gorî DWD'ê di 25'ê Tîrmeha 2019'an de li Duisburg û Tonisvorstê (nêzî Krefeldê) asta germahiyê bi 41.2 pileyî hatibû pîvandin. Li Lingenê heman rojê germahî 2.6 pile bû.

Ji ber ziwatiyê hîn jî li gelek deverên Elmanyayê rîska şewatê ya li ser daristanan gelekî zêde ye. 

Wezîrê Tenduristiyê yê Federal Karl Lauterbach hişyarî da ku divê hay ji extiyaran hebe.

Hewa li başûr bi tav û germ e, lê li bakur vekirî û bi ewr e. Ji ber hewayê gelekî kesan berê xwe dan peravan. Rêyên hesinî ragihand ku trenên diçin Derya Baltik tijî bûne. Berdevkekî ragihand ku bileta ji 9 euro populer bûye û tûrîst trenên herêmî bi taybetî bi kar tînin.

LI SPANYAYÊ GERMAHÎ ZÊDEYÎ 44 PILEYÎ YE

Li Spanyayê ji sala 1950'î û vir ve ku hingî germahî bi 44 pileyî hatibû pîvandin, meha Hezîranê ya îsal meha herî germ e. Rekora germahiya vê demê roja Şemiyê li Andujar û Endulusê pêk hat ku germahî bi 44.2 û 44.3 pileyî hate pîvandin. Li gorî servîsa meteorolojiyê ya Aemetê, bi taybetî roja Şemiyê li herêmên bakur-rojhilat û bakurê welêt li Katalonya, Naverre û Baskê, li başûr jî li herêma Endulusê germahî gelekî zêde bû.

LI FRANSAYÊ GIHIŞT 43 PILEYÎ

Li Fransayê germahiya zêde roja Şemiyê gihîşt 43 pileyî. Servîsa meteorolojiyê Meteo France ragihand ku ev rewş bi rastî jî rewşeke kêmdîtî ye.

Roja Yekşemê jî li hin herêma dibe ku baran bibare.

Li Yewnanistanê rewş hinekî cuda ye. Li vê derê li gelek herêman mirov hîn neçar in bisîwanê bigerin. Li bakur û rojava tê payin ku dawiya hefteyê bi baranê derbas bibe.