Li Ermenistanê rojeke dîrokî: Namzetê gel bû Serokwezîr

Ji bo dahatûya Ermenistanê rojeke dîrokî hate jiyîn. Piştî çalakiyên protestoyê di parlementoyê de deng hatin dayîn û tekane namzet Nîkol Paşîniyan ji bo serokwezîrtiyê hate hilbijartin.

Parlementoya Ermenistanê vê Sêşemê kom bû. Ji bo peywira serokwezîrtiyê tenê namzetek hebû, parlementerê mûxalefetê û rojnamegerê berê Nîkol Paşîniyan.

Paşîniyan di dengdana 1’ê Gulanê de bûbû namzet lê nehatibû hilbijartin. Divê ji nav nav 105 dengan 53 deng bistenda. Lê 58 dengên Partiya Komarparêz a li desthilatdariyê dibû asteng.

Paşîniyan bang li gelê Ermen kir ku bila dakevin qadan û hemû rêyan bigirin. Gelek kes daketin qadan û jiyan dan sekinandin.

Piştî çalakiyên sê hefteyan li parlementoyê dîsa hilbijartin hate kirin û Paşîniyan bi dengê 59 parlementeran ji bo serokwezîrtiyê hate hilbijartin.

Yek ji daxwaza çalakiyan jî têkoşîna li dijî hejariyê bû.

Beriya niha bi çend hefteyan kesî bawer nedikir ku bi deh hezaran kes dakevin qadan lê di nava çend rojan de wekî pêşengekî eniyê derkete pêş.

ÇALAKIYÊN KU ÎSTÎFA LI SER SARKÎSYAN FERZ KIR

Çalakiyên protestoyê yên dawîn di 13’ê Nîsanê de li hemberî serokwezîrê berê Serj Sarkîsyan hatibû destpêkirin. Sarkîsyan ji ber tênekoşîna li dijî hejariyê dihat sûcdarkirin û ji neçarî di 23’ê Nîsanê de îstîfa kiribû. Di dema Sarkîsyan de hejarî qels nebû. Olîgark hê jî di aboriya welat de serweriya xwe didomînin.

HILBIJARTINEKE GIŞTÎ TÊ PAYÎN

Paşîniyan bû serokwezîr lê nikare zêde tiştekî bike. Ji ber ku di parlementoyê de Partiya Komarparêz xurttir e. Dijwar e ku ev parlemento daxwazên gel û çalakgeran bi cih bîne. Ji ber vê jî tê payîn ku hilbijartineke giştî were kirin. Paşîniyan dixwaze di zagona hilbijartinê de reformekê pêk bîne.

Paşîniyan dizane ku kolan bi wî re ne û di warê rêveberiyê de ji xwe bawer e. Awantajeke wî ya din jî ev e ku, Partiya Komarparêz baweriya wê şikestiye.