Li Endonezyayê lehî: 40 kes mirin

Li Endonezyayê ji ber barana zêde lehî rabû û tê gotin, herî kêm 40 kes mirine.

Li gorî daxuyaniya rayedarên xwecihî, derdora 10 kes jî winda bûne. Fikar hene ku bîlanço girantir bibe.

Endonezya mezintirîn welatê ji giravan pêk tê yê Asya Başûr Rojhilat e. Li Endonezyayê gelek caran lehî radibe. Karesatên bi vî rengî bi giranî ji meha Cotmehê heta Nîsanê rû dide ku dema musonê ye.

Di karesata dawî de derdora 12 hezar kes li girava Sumatrayê li herêma Bengkuluyê, 2 hezar kes jî li Cakartayê hatin veguhastin.

Ji ber karesatê xisar li sedan avahî, pir û rê bû. Her wiha bi sedan heywan telef bûn. Ji bo mexdûrên karesatê stargehên lezgîn hatin avakirin.