Li Endonezyayê 20 kes ji ber bahozê mirin

Li Endonezyayê, bahoza Dahlîa rê li ber lehiyê vekir. Ji ber karesatê herî kêm 20 kes mirin.

Ajansa Rêvebirinê ya Afetê ya Neteweyî (BNPB) ragihand ku ji ber lehiya ku di encama bahzoa Dahlîa de li eyaleta Cava ya rojhilat rabû, 20 kes mirine.

BNPB'ê diyar kir ku 5 kes jî li herêmê winda ne û karê lêgerîn û rizgarkirina sivîlan dewam dike.

Ji ber karesatê, xisar li 2 hezar xaniyên li herêmê bûn. Rayedaran gelê ku li herêmên din ên bahoz û lehî hê negihîştiye wan, hişyar kir.

Li herêma Cava ya navîn, roja Pêncşemê erd li ber bahoza Cempaka şemitîbû û 27 kes miribûn.