Li Enbarê çeteyekî DAÎŞ’ê ji Sûriye hatibû Iraqê hate destgîrkirin
Saziya Îstîxbarî ya artêşa Iraqê ragihand ku çeteyekî DAÎŞ’ê yê ku piştî şerê Baxozê ji Sûriyeyê hatibû Iraqê, li Enbarê destgîrkirine
Saziya Îstîxbarî ya artêşa Iraqê ragihand ku çeteyekî DAÎŞ’ê yê ku piştî şerê Baxozê ji Sûriyeyê hatibû Iraqê, li Enbarê destgîrkirine
Saziya Îstîxbarî ya Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser çavdêrî û kontrola sînor bi alîkariya Îstixbarata Yekîneya 10’an li gel îstixbarata Tabûra Piyade ya 39’an çeteyekî DAÎŞ’ê ku piştî şerê Baxozê reviyabû Iraqê û li Elbû Ferec a ser bi Enbarê bi cih bûye hate zelalkirin û piştre jî hatiye girtin.
Ev çete di çarçoveya madeya terorê ya 4’an de hatiye girtin.