Li Elmanyayê efû: Bi deh hezaran çek radestî polîsan hate kirin

Hate ragihandin ku li  Elmanyayê di çarçoveya efû ya sala borî de heta niha bi deh hezaran çek radestî polîsan hatiye kirin.

1’ê Tîrmeha sala borî li Elmanyayê ‘Efûya Çekan’ ketibû meriyetê, hate ragihandin ku di çarçoveya efû yê de bi deh hezaran çekên ku belgeya destûrê wan nîne radestî berpisyaran hatiye kirin.

Eyaleta ku herî zêde çekên qedexe û bi qanûnî lê  hene û hatine radestkirin, ji eyaletên herî mezin a welat eyaleta 2’emîn Bayera ye. Li Bavyera di navbera 1’ê Tîrmeha 2017’an û 1’ê Tîrmeha 2018’an de bi giştî 13 hezar û 485 çek radestî saziyên Wezareta Karê Hundir hatiye kirin. Li aliyê din weke pêvekî hezar û 371 çekên cûda li Bavyera radestî polîsan hatiye kirin.

Wezîrê Karê Hundir ê Eyaleta Bavyera Joachîm Herrmann got, ji 6 hezar û 377 çekên hatine radestkirin 2 hezar û 490 çekên menzîla wan dirêj e, 7 hezar û 108 çekên menzîla wan nêzik jî 2 hezar û 606 çek îllegal in.

Li gorî nûçeyeke ya di rojnameya Neues Deutschland’ê de hatî weşandin, her çiqas li Bavyera radestkirina çekan de ‘serketin’ hatibe bidestxisin jî li gelek eyaletan beşek kêm çekên îllegal hatiye radestkirin. Niedersachsenê di salekê de 9 hezar û 602 çek hatibe radestkrin jî 5’an yekê wê bê destûr in.

Lê li eyaletên din radestkirina çekan gelek kêm tê dîtin. Ligorî nûçeya Neues Deutschlandê li Thurîngenê tenê 32, li Brandenbûrgê 375, li Meckenbûrg-Vorpommernê 3019 û li Hambûrgê 534 çek di çarçoveya efû yê de radestî polîsan hatiye kirin.

Hate diyarkirin ku hejmarên têkildarî eyaletên din hê nehatiye eşkerekirin.