Li Elmanyayê du otobusên dibistanê li hev ketin: 40 kes birîndar
Li herêma Bavyera ya Elmanyayê du otobusên dibistanê li hev ketin û nêzî 40 kes birîndar bûn.
Li herêma Bavyera ya Elmanyayê du otobusên dibistanê li hev ketin û nêzî 40 kes birîndar bûn.
Qeza li nêzî Ammerndofê pêk hat a ku 20 kîlometreyan dûrî Nûrembergê ya Bavyerayê ye.
Li gorî polîsên herêmî di qezayê de 40 kes birîndar bûne. Di nav van kesan de 5 jê bi giranî birîndar in.
Hê sedema qezayê nehate tespîtkirin. Yên birînên wan giran in bi helîkopterê sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.