Li Elmanya hê jî partiya nîjatperest geş dibe

Li sê eyaletên li rojhilata Elmanya vê payizê wê hilbijartinên krîtîk çêbibin. Di hilbijartina 1'ê Îlonê de ku wê li Brandenbûrg û Saksonya û 27'ê Cotmehê jî li eyaleta Thûrîngenê wê hilbijartin çêbibe, texmîn ew e ku AFD 20 ji 100'î yê dengan bistîne.

Li Elmanyayê ku sala 2019'an mîna ''sala hilbijartinê'' hatiye ragihandin, ji niha ve bal çû ser hilbijartinên ku 1'ê Îlonê wê li Brandenbûrgê û Saksonyayê û 27'ê Cotmehê jî wê li Thûrîngenê bibe. Ji ber ku tê meraqkirin partiya nîjatperest Alternatîfa ji bo Elmanya (AfD) ku van demên dawî geş dibe di hilbijartinê wê encameke çawa bistîne û çawa bandorê li hikûmetê bike.

Li gorî nûçeya di ajansa nûçeyan  DPA'yê de cih girtî, AfD li  her sê eyaletan jî geş e û 20 ji 100'î yê dengan wê bistîne. Li gorî nûçeya ku xwe dispêrê ankêtan geşbûna AfD'ê ya li van eyaletên ku li rojhilatê welêt dimînin, dema avabûna hikûmetê wê bibe problem.

Li gorî ankêtan li eyaleta Brandenbûrgê AFD wê 19-21 ji 100'î yê dengan, li eyaleta SAKSEN'ê 24-26 ji 100'î yê dengan û li Thûrîngenê jî 19-20 ji 100'î yê dengan bistîne û li van sê eyaletan jî bibe partiya pêşî.

POLÎTÎKAYA PENABERAN A 2015'AN AfD GEŞ KIR

Di hilbijartina Îlona 2017'an de AfD mohra xwe lê dabû. AfD 2013'an weke helwesteke li dijî polîtîkayên krîza Euro a Serokwezîr Angela Merkel ava bûbû, 2015'an piştî hatina gelek penaberan geş bûbû û li gelek eyaletan ketibû meclîsê, piştre jî li Meclîsa Federal mezintirîn koma sêyan ava kiribû.

Tê gotin AfD bi gotinên dij-îslam û dijî penaberan ji hemû partiyan, nexasim jî ji CDU zêde dengan distîne. AfD ya ku ji SPD û Partiya Çepgir deng standî, wê demê 13 ji 100'î yê dengan stand. Piştî ku demokratên xiristiyan ên bi lîdertiya Merkel, bi demokratên sosyal re hikûmeta koalîsyonê ava kirî, di hilbijartina Gulanê de ya Parlamentoya Ewropayê Afd 11 ji 100'î yê dengan standibû.