Li Efxanistanê êrîşî xebatkarên TV’yê hate kirin: 2 kes mirin

Li paytexta Efxanistan Kabîlê li dijî otobusa ku endamên îstasyona radyo û televîzyonekê tê de bûn, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 2 kes mirin.

Di êrîşê de otobusa xebatkarên Hûrşîd TV hate hedef kirin. Hate ragihandin ku di êrîşê de bombe bi miqnatîsê li otobusê hatiye bicih kirin.

Di teqînê de şifêrê wesayîtê û welatiyekê li ser rê mirine. Li aliyê din 3 xebatkarên Hûrşîd TV jî nav de 4 kes birîndar bûn.

Li Efxanistanê tevî ku di navbera DYE û Talîbanan de hevdîtinên aştiyê pêk tên jî bûyerên tundiyê didomin.

Li gorî mîsyona Netewên Yekbûyî ya Efxanistanê MANUA’yê ji meha Tîrmehê ve li welat zêdetirî 1500 sivîl mirine û birîndar bûn. MANUA’yê di daxuyaniya xwe ya berê de ragihandinbû ku ji 1’ê Çileyê heta 31’ê Hezîranê di nava 6 mehan de 1366 sivîl mirine û 2466 sivîl jî birîndar bûne.