NÛ BÛ-Li Efrîn û Ezazê 7 çeteyên dagirker hatin kuştin

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 2 çalakiyên bibandor yên li navçeya Şêrewa ya Efrîn û Ezazê de bi kêmanî 7 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 2 çalakiyên 10’ê Çileya 2019’an a li Efrîn û Ezazê de 7 çeteyên girêdayî  dewleta Tirk hatine kuştin û 2 wesayît jî bi temamî hatine rûxandin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Şervanên me çalakiyen xwe li dijî artêşaTirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê yên li Efrîn û derdora wê didomînîn. Di vê çarçoveyê de di dîroka 10’ê Çileyê de şervanên me 2 çalakiyên bi bandor li dijî komên çete yên girêdayî artêşaTirk a dagirker li Efrîn û herêma Ezazê lidar xistin. Di çalakiyên ku hatin lidar xistin de derbên giran li dagirkeran hatin xistin.

Di dîroka 10’ê Çileyê de şervanên me li ser rêya di navbera gundên Kîmarê û Beradê yên girêdayî navçeya Şêrawa li dijî wesayîteke leşkerî ya koma çete ya bi navê Firqet el Hemzat çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Ebû Emced hat kuştin û çeteyek bi giranî birîndar bû. Her wiha wesayît jî hate rûxandin. Her wiha komek din ya çeteyên ku dixwestin kuştî û brîndarên xwe ji herêmê rakin bûn hedefa şervanên me. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi giranî birîndar bû.

Di dîroka 10’ê Çileyê de şervanên me li derdora gundê Kilcibrîn a girêdayî Ezazê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navêYamin Heyanî û Îbrahîm Şobek hatin kuştin û wesayîta çeteyan bi temamî hat rûxandin.”