Li Efrîkayê nexweşiya şehtbûna zarokan nema

WHO'yê ragihand vîrûsa polîo ku li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê herî dawî beriya bi çar salan weqa hatin dîtin, li parzemîna Efrîkayê nemaye.

WHO'yê (Rêxistina Cîhanî ya Tendiristiyê ) bi gotina, ''Bi hewldanên hikûmet, personelên tendiristiyê û civakan li derdora 1,8 milyon zarokî filitîn'' û kêfxweşiya xwe diyar kir.

Bi rengekî fermî bi konferansekê wê were ragihandin ku nexweşiya şehtbûna zarokan nemaye. Midûrê Giştî yê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesus, midûrê herêmî yê Efrîkayê yê WHO'yê Matshidiso Moetî, milyarderê Nîjerî û filantrop Alîko Dangote û milyarderê Emerîkî Bîll Gates, di nav rojê bi vîdeo-konferansekê wê ragihînin.

Şehtbûna zarokan a ji ber vîrûsa polîo nexweşiyeke têgerîn e, nexasim bi zarokan re dibe sedema şehtbûnê.

Ev nexweşî heta 1950'î li hemû cîhanê endemîk bû. Welatên zengîn di demeke kurt de derzî berbelav kirin, Asya û Efrîka demeke dirêj bû navenda têgerîna nexweşiyê.

WHO 1988'an li hemû cîhanê 350 hezar weqa tespît kiribûn. Heta 1996'an 70 ji 100'î yê şehtbûna zarokan tenê li Efrîkayê bû.