Li Efrîkaya Başûr ji ber lehiyê 5 kes mirin

Li Efrîkaya Başûr, li peravên rojhilat Durbanê ji ber lehiyê û şeqitîna axê bi kêmanî 5 kes mirin.

Berdevkê xizmeta hewarê ya xwecih Garrîth Jamîeson got, ''Şiliya zêde ziyan da gelek malan û kir ku erd bişeqite''.

Berdevk diyar kir bi kêmanî 5 kes mirine, gelek kes birînar bûne û diyar kir behsa gelek miriyên din tê kirin.

Jamîeson diyar kir, li gorî agahiyên ku nehatine piştrastkirin pitikeke 5 mehî, zarokekî 10 salî û 2 kesên navserê hene ku xwe negihandina wan. Tê gotin gelek kes winda ne jî.

Ji ber şiliya zêde leşker şandine hin everan. Şiliyê, şemî û yekşemê û êvara Sêşemê bandora xwe li hemû başûr û rojhilatê Efrîkaya bandora xwe nîşan da.

Serwîsên meterolojiyê diyar kirin heta Çarşemê wê şilî bidome.