Li Efrîkaya Başûr derketina ji krîzê dibe ku 5 salan bidome

Li Komara Efrîkaya Başûr ku piştî bi milyonan nexweşên AÎDS'ê niha jî di nava lepên vîrûsa Covîd-19 de ye, tê gotin ku krîza aboriyê ya ji ber şewbê rû daye dibe ku 5 salan bidome û xizaniyê zêde bike.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, sala 2018'an 13.5 ji sedî yê nifûsa Efrîkaya Başûr, yanî 7.7 milyon kes bi vîrûsa HÎV'ê bûn. Li gel vê yekê niha jî zêdeyî 600 hezar kes bi vîrûsa Covîd-19 ketine û heta niha 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

ABORÎ WÊ 7 JI SEDÎ BIÇÛK BIBE, XIZANÎ WÊ ZÊDE BIBE

Li Komara Efrîkaya Başûr ku li parzemîna Efrîkayê ji aliyê pîşesaziyê ve welatê herî pêşketî ye, krîza aboriyê ya ji ber şewba Covîd-19 rû da bandoreke giran li welêt dike. Li gorî texmînên Bankaya Cîhanê aboriya welêt wê heta dawiya vê salê, li gorî sala 2019'an bi rêjeya 7 ji sedî biçûk bibe. Lê belê tê payin ku gelek welat sala 2021'an aboriya xwe komî ser hev bike, lê tê gotin ku ev pêvajo ji bo Efrîkaya Başûr wê demeke dirêj bidome.

BÊKARÎ WÊ ZÊDE BIBE, ÇÎNA NAVÎN WÊ DAKEVE 'KATEGORIYA HESAS'

Li gorî rapora dawî ya Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) aboriya welêt wê xwe komî ser hev bike, lê belê ev yek wê sala 2024'an pêk were. Di raporê de hate bibîrxistin ku li Efrîkaya Başûr di nava 10 salên dawî de aborî gelekî hêdî bi pêş ket, hatineya cemaweriyê kêm bû û bêkarî gihîşt asta 30 ji sedî. Di raporê de hate ragihandin ku aborî wê heta sala 2024'an bi rengekî 'giran' xwe komî ser hev bike, rêjeya mirovên gelekî xizan wê bi 2 ji 3 paran zêde bibe.

UNDP destnîşan dike ku krîza li Efrîkaya Başûr wê yek ji sê parên çîna navîn daxîne asta 'kategoriya hesas'.

Di nava du mehên dawî de li Efrîkaya Başûr du ji pênc şîrketan ji ber krîzê ketine rîska îflasê. Serokkomar Cyrîl Ramaphosa di meha Nîsanê de ji bo têkoşîna li dijî krîzê plana alîkariyê ya ji 500 milyar Rand (24 milyar Euroyî) pêşkêşî şîrketan û xizanan bike. Lê belê pispor dibêjin ku ev alîkariya tê wateya 5 ji sedî yê hatineya milî ya welêt, wê têrê neke.

Di lêkolînên salên dawî de tê dîtin ku ji ber bêedaletiya hatineya li welêt, zêdeyî nîvê nifûsa welêt mehane bi hatineyeke ji 40-50 dolarî dijîn.