Li Efganistanê şerê li gel danûstandinan: Nêzî 70 kes mirin

Ji bo dawî li şerê navxweyî yê li Efganistanê bê anîn, li Qatarê danûstandin dewam dikin. Tevî vê yekê şer jî dewam dike. Di şerê şeva Çarşemê de herî kêm 65 endamên Talîbanê hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya polîsên wîlayeta Paktîkayê ya li başûrrojhilatê welêt, di şerê li navçeya Wazî Khwayê de bi dehan endamên Talîbanê hatin kuştin. Berdevkê polîsan Şah Mohammad Arîan diyar kir ku hêzên serb i hikumeta Efganistanê di şer de 65 endamên Talîbanê kuştine û 35 jî birîndar kirine.

Li gorî berdevk, di şerê êvara Çarşemê de 3 polîs mirin, 6 jî birîndar bûn. Berdevk diyar kir ku şer piştî êrişa Talîbanê ya li ser hêzên ewlekariyê qewimiye.

Li Efganistanê ku DYE plan dike bi temamî jê vekişe, ji bo dawî li şerê 19 salan bê anîn, ji 12'ê Îlonê ve hikumeta Efganistanê û Talîban li Qatarê hevdîtinan dike.

Lê belê şer rojên dawî careke din giran bû. Roja Duşemê li wîlayeta Orûzganê di êrişeke Talîbanê de herî kêm 28 polîs û milîsên alîgirê hikumetê jiyana xwe ji dest dabûn.