Li Efganîstanê ocaxa madenê hêrifî: 7 kes mirin

Li Efganîstanê li madeneke komirê hêrifî, 7 karker mirin.

Li bakurê welêt li navçeya Dara-e Sofê ji ber teqîna grîzûyê madena komirê hêrifî. Berdevkê waliyê wilayeta Samanganê Sedik Ezîzî ragihand 7 kes mirin, 11 kes di madenê de asê mane.

Ezîzî diyar kir ew bawer nakin kesênn ku asê mane sax bifilitin û got, ''Ji ber ku maden bi gazên bijehr tije ye.''

Rêveberê navçeyê Mihemed Siltan Siltanî jî got, ''Gel û rayedaran tevahiya şevê ji bo karkerên ku asê mane derxînin kêferat kirin, vê gavê hê em bi ser neketine.''

Li Efganîstanê bi giştî ji ber ku malzemeyên parastinê û perwerdehiya ewlehiyê nîne, li madenan gelek caran qezayên wiha dibin.