Li Efganistanê êrîş 9 kes mirin 123 kes birîndar bûn

Li Efganistanê li dijî navendên dengdana ji bo hilbijartinê êrîş pêk hat. Di van êrîşan de 9 kes mirin.

Li Efganistanê dengdana ji bo hilbijartina giştî didome. Li dijî navendên dengdanê êrîş hatin kirin. Di van êrîşan de 9 kes mirin û 123 kes birîndar bûn.

DAÎŞ û Talîbanê ji ber çûna ser sindoqan gef li gel xwar.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Mûhîbûllah Zeer, diyar kir ku li Kabîlê di êrîşan de 4 kes mirine û 78 kes birîndar bûne. Tê diyarkirin ku li dijî navendên dengdanê êrîş tên kirin. Li nexweşxaneya Kûndûzê jî heta niha 3 mirî û 39 birîndar hene.